20 Ocak 2020 Pazartesi

Tişta Ji Pirtûkekê Xweştir Pirtûkeke Belaş e. :)

Li vê derê, li Krakowê, dem gelekî zû derbas dibe. Hîn dibêm me dest bi mehekê kir hew dimeyzênim ew meh xilas bûye. Dem bûye wek ava Dîcle û Feratê û diherike, em tim li paş dimînin nikarin xwe bigihîninê.
Welhasil dem diherike û em jî carinan li xwe mikûr tên helbet, carinan em bi kêlîyekî digirin û dibên; ''Hêyyy! Ka bise bi ku ve? Ka were em bêhnekî vedin.''
Îro jî rojek ji wan rojan bû, me go bila wextê me hem ji me re be îro hem ji bo zanin û xebatên me be. Me biryara xwe wiha da û me berê xwe da pirtûkxaneyê. Pirtûkxaneya Zaningeha Jagellionianê, go pirtûkxaneyeke gelekî hêja, mezin û xweşik e.
Ji bo tu bikaribî biçî salonên xebatê divê tu pêşî enextareke dolabekî bistînî ji birêvebirîyê, çakêt û çenteyê xwe bixî wê dolabê hê biçî salonan, yanî tenê dihêlin go tu pirtûkên xwe û alavên xwe yên xebatê bi xwe re derêxî qatên jor.


Ji bo bikaribî xircik û mircikên xwe bi hêsanî derêxî jor ev sebet hene.

Vêca hê me berê xwe nedayî wir me ferq kir go 2-3 dolab li pişt me ne go ser û bin tişî pirtûk in. Cûre cûre û ziman ziman. Û ev pirtûk ne aîdî pirtûkxaneyê ne, yanî kî bixwaze dikare pirtûkan bîne deyne wir kî jî bixwaze dikare ji xwe re bibe ji wir. Ê helbet em dinyanedîtî ne yê pirtûk anînê ne, em ancax yên pirtûk birinê ne. :) aahahahaha
Û wele em pê ketin. Helbet fikra me ev; ''madem em ê ji xwe re bikin bar li van welatan bila hêja bin''. Wele piştî hinek lêgerînê min rahişt 3 pirtûk û kovarekê. Vêca pirtûk çi pirtûk in! Kovar çi kovare! Her yeka go mi dî ez kelecanî kirim.
Axirî piştî me çavê xwe têr kir me berê xwe da salona xebatê û em têra dilê xwe xebitîn jî.

Vêca hinekî behsa pirtûka bikim bê çi ne:
Kovar a National Geographicê ye, hejmar 133 ye û di sala 1968an de derketiye. Kovareke 52 salî ye, hema bêje di emrê dayîka min de ye. Ditina vê kovarê tiştekî 'ecêb keyfa min anî, lewra li mala me çend kovarên National Geographicê ên din jî wiha kevin hene. Ev jî yek ji wan e êdî.

National Geographic, Sal 1968, Hejmar 133. 

Heger behsa pirtûkan jî bikim; yek a fêrbûna ingilîzî ye û di sala 1939an de li Giravên Fîlîpîna ''cardin'' hatiye çapkirin. Birastî hema yekser min rahiştiyê bêyî go li naveroka wê baş meyzênim, ji ber emrê wê û berga wê , lê piştî go min hinekî çav lê gerand min dît go pirtûkeke gelekî xweş û xweşik e. Navê wê jî ''English Expression'' e û ji alîyê sê kesan ve hatiye amadekirin. 

English Expression, GINN AND COMPANY

Her du pirtûkên din jî min ne ji bo xwe ji bo birayê xwe yî mezin anîn. Yek di derbarê Amerîkayê de ye, min hîn baş lê nemeyzandiye lê bawerim di derbarê dîrok û çanda wê de ye. A din jî di derbarê şanoyê de ye go lestikên şanoyê yên herî baş ên di navbera salên 1923-1924an de kom kirine di pirtûkê de.

The Best Plays of 1923-1924, Burns Mantle

Little Golden America

Axirî îro rojeke bi bereket û xweş bûi me hem çavê xwe têr kir hem mêjîyê xwe. ;)
Ew ê ev behs di rojnivîka min de jî bê kirin. Bila ev bîranîna rojnivîskan ciyê xwe di blogê de jî bigire. :)
Bimînin di xweşîyê de. ;)

12 Ocak 2020 Pazar

Bila Di Rojnivîskê de Nemîne/ 4ê Mijdara 2019an

Ez dixwazim behsa bîranîneke xwe bikim. Bîranîneneke aîdî berî du mehan wan e.
Ew du-sê rojên min bûn go ez hatibûm Krakovê û ew rojên min tev bi kar û barên qeyd û meyd û adaptasyonê ve derbas bûbûn, derbas dibûn.
Welhasil roja ewil min serî li wargehê dabû û wargeha bi navê 'Pîast'ê ji min re derketibû, min ne dixwest li wê wargehê bimînim min dixwest biguherînim lê ji min re gotin heger tu dixwazî em cîyê te biguherînin divê tu ewil qeyda xwe li vir çêbikî, Heyra me dirêj nekir, me go ser ser û çavan û em çûn go qeyda min çêbikin.
Wextê mirov qeyda xwe dike îcar balgeh, lihêf, çarşef û nizamçikên te didin te û dibên de here bi cî bibe. Helbet min qet niyet nînbû go qe nebe wê şevê li wê wargehê bimînim lê dîsa jî ji bo mezelkê bibînim û wan alava dînim wir ez û hevala xwe çûn odeyê. Îcar di vê wargehê de jî her serê du sê odeyan li holeke biçûk dinêrin û banyoya wan yek e.
Welhasil me alav danîn, me niyet kir go derkevin herin û me dî keçikek hat, ti nebê ew li odeya din dima.
Êdî çîroka min ji vir dest pê dike a rast.

Wele ewil wê pirs kir, xwe şîrîn kir, ji min û hevala min pirsî;
(Helbet axaftin bi ingilîzî ye)

Keçik: Kê ji we a nû ye?
Ez: Ez. Ez a nû me.
Keçik: Aha, baş e.Hûn ji ku derê ne?
Ez û hevala min: Em ji kurdistanê ne. Lê tu?
...
(Keçikê bersiv neda)
Ez: Tu Kurdîstanê dizanî?
...
(Dîsa bersiv nehat. Min di dilê xwe de go:''Belkî cîyê Kurdîstanê nebihîstibe lê belkî Kurdan dinase, baş ez pirsa xwe biguherînim.'')
Ez: Temam. Tu Kurdan dizanî?
(Keçikê zor da xe û du gotin ji devê wê derketin.)
Keçik: Ez ji Stenbolê me.
Ez û hevala xwe: Baş e, dem baş.

Û em derketin. îcar gotin ji vir ev e: keçika tirk, keçika Stenbolvanî dil neda bersiv jî bide. Li hember Kurdbûna me  ser polê ve neçû go bêje erê wele ez Kurdan nas dikim. Jê dêvla wê ve tercîh kir go bêje ez Stenbolvanî me. Yanî ser polê wê ve neçû go bêje ''belê heyra min derdê we fêhm kir, ez zanim Kurdistan ku ye, ez zanim Kurd kî ne.'' Go: ''Ez Stenbolvanî me.''

Welhasil ez ê dirêjtir nekim, jixwe em zanin çi me'ne û çi gotin di wê hevokê de hene. Lê gelek tiştên berê dîsa wê rojê li zora min çûbûn. Gelek bir û êş nû bûn û dilê min êşandin.,

Ev jî bîranîneke wiha ji Krakova delal.
Krakov- 12.01.2020

1 Ocak 2019 Salı

Hema Wilo.


Bêhna min teng bû û min xwe li vir dît. te dî car carinan tên mihov, ti nizanê çima ye û hema bêhna te teng e, ha tam wilo ye. Ma ne bloga min e, bila bêhn tengîya min jî hebe li vir.
Ji xwe nizanim ez ê çi jî binivîsim lewra ne bi hemdê xwe hatim vir, min hesabê xwe yî înstagramê girt û hatim vir, înterneta me giran bûye van rojan hîn rûpela twîtterê nevebûye naxwe berî werim vir min niyet hebû twîtterê jî bigirim. Ti sedemên van kirinên min jî nînin ji xeynî bêhntengîyê, di eslê xwe de baş jî dibe çimkî ezmûnên min hene van her du hefteyan.

Axir jixwe nizanim çi dinivîsim û çi binivîsim ji bo wê jî ezê li vir bi dawî bînim nivîsa xwe yî eletewş, belkî hinek bixwînin belkî jî kes nebîne, ferq nake.Belkî jî ku dîsa bêhnam teng bû werim û jê bibim. Nizanim. Belkî werim yeke din binivîsim û biçim. Nizanim.

12 Nisan 2018 Perşembe

Go Bêje Bila Xwe Biparêzin!


Gef. 

Berferatî.

Belê, ji min re got. Eynî weke ku win di peyama wî de jî dibînin ji min re go; "ji bloggeran re bêje bila xwe biparêzin."

Ev 2-3 sal temmmmam in heta zehftir ku ez û vî camêrî di twîtterê de hev dişopênin. Ew ji xwe re dibêjê "Federal Gundî" lê ez jê re dibêjim "Şahê Floodan" çima tişteke wilo dibêjim? Yaw ma çima nebêjim, çilo nebêjim? Zilam floodina (rêzetweet) dinivîsê ku mihov li erdê digevizê û ji kena zikopişto dibê. Û floodên wî jî ne weke yên her kesî ne, cuda ne, ji xwe re cureyeke çîroka afirandiye û bi wî şiklî dinivîsê.
Haaa, hê ji vêga ve bêjim çîrokên wî de teqez hinek dimirin, meyzênin nabêjim kesek-du kes haaa herî kêm 40-50 kes, dûvre ji min re nebêjin te ne got.  win ê bêjin; heyra ti behsa mirinê dikê û ti emojîya "" ken bi kar tênê, ev çi ye?  Ma mi go çi, mihov ji kena li erda digevizê ha.

Axirî, ev 3 sal zehftir in ku em hev dişopênin û kesekî gelek xwedî qedrekî payebilind e li gel min. Bawerim ku gelek kes ji we jixwe wî dinasin, yên wî dinasin jî helbet heq didin min. Yên binasin teqez wê heq bidin min.

Wele ev 2 sal in difikirim heta divê carek di caran jî min ji wî re jî gotibê ku lazim e van çîrokên xwe teqez tomar bikê û winda nekê, heta blogekî vekê û li wir biweşênê. De ez jî xwedî bloga virtûvala, wele ez bim ez jî dê guh nedim şîretên xwe, ez ê bêjim "ka wê blog vekiriye, çi dikê çi xêrê ji xwe dikê?"
De baş e wî dereng jî bê weke min nekir.  doh mizgînî da min, got ku dixwazê blogekî vekê, de ez ji keyfa firîm û bawer bikin ji doh ve her serê çend saetan peyam tavêjim jê re dibêjim; ka? ka ye blog? bû çi? Wê çilo bê? Wê nivîsa ewil çi bê û û û... yanî min kurik ji vêga ve poşman kir ahahahha.

Û çavê me bi ronî doh  bişev vekir bloga xwe.  û ji min re go; "ji bloggeran re bêje bila xwe biparêzin."  Wilo keyfam hat bi vê gotina wî wilo keyfam hat hema hatim min xwe avêt bloga xwe û dest bi vê nivîsê kir.
Wele ez çûm û min ji wan re jî got helbet, êdî bila ew bifikirin, bila meydan geş bibê heyra.  (Meyzandineke qurre)

Erêêêê erê Gundîcim, ti jî bi xêr hatî nav kerwana me. Îşela reqabeta me ji êgirê cehnemê hartir bê, amîn. 

Fermo ka herin serîyekî bidin malika wî û xêr hatinekî bidinê, de ne adeda me kurda ye heyra camêrî. recebcicek.blogspot.com


 recebcicek.blogspot.com 

10 Nisan 2018 Salı

Wahdet.blogspot.com.tr kengî çima û çilo vebû?






Ev nivîs 10ê Nîsanê roja sêşemê piştî nîvro di saet 14:33an de di odeya min î mala li Mêrdînê tê nivîsîn dê kengî bê belavkirin nizanim.


Silav xwendevanên ezîz.
Ez xwediya vê bloga vale, ne virtûvala lê hema hema vale. Ev bloga ku 3 sal temenê xwe tijî kiriye lê hê 3 nivîs tenê tê de hene, yanî Wahdet.blogspot.com.tr , çima hat vekirin?

Weke ku ji we jî dibihîzim; "Heyra xwedê jê razîyê, madem te yê hîç nenivîsîbana te çima vekir ev blog?". Dibihîzim. Nebêjin. An jî win mafdar in welleh, hema bibêjin.
Çi zanim heyra ev jî weke herrrrr îşê min e. :/
Bêhenek û bêpesindan dibêjim vê hema hema heeerrrr îş ji destê min tê û dikim jî lê tiştekî hema carekî çêdikim, diceribênim û careke dî berê xwe nadim wî tiştî, mixabin. :(
Weeee'ew! Ev îro nivîsamin çiqas bedbîn û xembar e gidî. Helbkî min halo texmîn nekiribû.
Erê, me go çi? Çima û çilo ji kengî ve ev blog.
Wele çîroka bloga min di hişê min de jî şîlo ye hinekî, bawerim sedem û armanceke teqez tine bû ji ber vê yekê ye ev şîlobûn. Ji ber vê jî dê çîrokeke çilo derkevê ez jî nizanim, ka em meyzênin.

Min di zarokatiya xwe de tim di fîlman de didît ku zarokên xelkê biçûk-gênc tev xwedî blog bûn û ji wan filman  û vir de tim ez dihesidîm bloggeran. Min tim di dilê xwe de digo; Divê teqez ez jî rojekî blogekî vekim û binivîsim heyra! Çi yî min kêm e!? Erê, belkî ji min newê bibim Mark Zukerbergek (îşela min rast nivîsîbê) nebim xwedîya malperekî lê  çima nebim bloggerek? Bloga min, rûpela min, nivîsa min! Axirî weke min go tim hebû yanî di dil de.
Hettttaaa ku rojekî (dawîya sala 2015an) min bloggerekî kurd ji nêz ve nas kir halo bû rewş. Erê erê Omer Faruq Baran ku xwediyê Perxudres.blogspot.com.tr yê ye. Hingî min go ku vekim dê ew blog bi zimanê kurdî bê.
Piştî çend mihebbet û şêwira min biryar dabû êdî, min ê ew bloga bi kurdî vekiribana.
Erê, xweş û baş e lê nav, naverok û û û û dê ev çi bûbana ji wan? Rojekî di nav van fikaran de dîsa min go; de Wahdet bes e lê! De veke. Bi navê xwe veke û hema tiştekî jî jê neke, helbet ku rojekî te 'emel pê anî tê tiştên mayîn hal bikê û min li dilê xwe hesand û vekir wele.
Sal 2016 min vekir, û ne min nav guherî ne jî konseptek çêkir bo xweşkoka xwe 😅 hema çawalêhato dinivîsim.
Nivîsa min î yekem lêkolînek bû û heta 1-2  salan bi tenê ma ev reben di blogê de. De min qasika dî go ji we re jixwe her îşê min halo ye, carekî dikim dilê xwe rihet dikim û jê diqerihim. Bêîstiqrar im yabo, çi bikim ma vir e?
De dîsa îsal min 2-3 nivîsên din jî lê zêde kirin, aha ev jî yeke dî. Bawer bikin ev jî bi xaza Perxudres.blogspot.com.tr ye, ev jî nivîsa telîfê ye. ;) 3-4 meh in dibêjim ez ê binivîsim binivîsim û tim taloq dikim. Êdî min nivîsî. Kî bana ji pêla min ve di van 3 salan de firîbû heta marsê niha. De ez nefirîm win bifirin. Axirî çîroka bloga min û nivîsa min î dawî jî bi vî şiklî ye.
De xwendevanên şîrînok û ezîz min zêde dirêj kir, min niyet e ku kêm caran jî be binivîsim û tim li vir bim.
Bimênin di xêr û xweşîyê de.
Li gel silav û gulavan.

Ha! berî ji bîr bikim, win jî zanin bloggerên me yî comerd bi riya pişkê diyarî didan xwendevanên xwe,  belkî di demeke nêz de ez jî pişka bikşênim. Li bende bin. ;)


Tişta Ji Pirtûkekê Xweştir Pirtûkeke Belaş e. :)

Li vê derê, li Krakowê, dem gelekî zû derbas dibe. Hîn dibêm me dest bi mehekê kir hew dimeyzênim ew meh xilas bûye. Dem bûye wek ava Dîcle ...