12 Nisan 2018 Perşembe

Go Bêje Bila Xwe Biparêzin!


Gef. 

Berferatî.

Belê, ji min re got. Eynî weke ku win di peyama wî de jî dibînin ji min re go; "ji bloggeran re bêje bila xwe biparêzin."

Ev 2-3 sal temmmmam in heta zehftir ku ez û vî camêrî di twîtterê de hev dişopênin. Ew ji xwe re dibêjê "Federal Gundî" lê ez jê re dibêjim "Şahê Floodan" çima tişteke wilo dibêjim? Yaw ma çima nebêjim, çilo nebêjim? Zilam floodina (rêzetweet) dinivîsê ku mihov li erdê digevizê û ji kena zikopişto dibê. Û floodên wî jî ne weke yên her kesî ne, cuda ne, ji xwe re cureyeke çîroka afirandiye û bi wî şiklî dinivîsê.
Haaa, hê ji vêga ve bêjim çîrokên wî de teqez hinek dimirin, meyzênin nabêjim kesek-du kes haaa herî kêm 40-50 kes, dûvre ji min re nebêjin te ne got.  win ê bêjin; heyra ti behsa mirinê dikê û ti emojîya "" ken bi kar tênê, ev çi ye?  Ma mi go çi, mihov ji kena li erda digevizê ha.

Axirî, ev 3 sal zehftir in ku em hev dişopênin û kesekî gelek xwedî qedrekî payebilind e li gel min. Bawerim ku gelek kes ji we jixwe wî dinasin, yên wî dinasin jî helbet heq didin min. Yên binasin teqez wê heq bidin min.

Wele ev 2 sal in difikirim heta divê carek di caran jî min ji wî re jî gotibê ku lazim e van çîrokên xwe teqez tomar bikê û winda nekê, heta blogekî vekê û li wir biweşênê. De ez jî xwedî bloga virtûvala, wele ez bim ez jî dê guh nedim şîretên xwe, ez ê bêjim "ka wê blog vekiriye, çi dikê çi xêrê ji xwe dikê?"
De baş e wî dereng jî bê weke min nekir.  doh mizgînî da min, got ku dixwazê blogekî vekê, de ez ji keyfa firîm û bawer bikin ji doh ve her serê çend saetan peyam tavêjim jê re dibêjim; ka? ka ye blog? bû çi? Wê çilo bê? Wê nivîsa ewil çi bê û û û... yanî min kurik ji vêga ve poşman kir ahahahha.

Û çavê me bi ronî doh  bişev vekir bloga xwe.  û ji min re go; "ji bloggeran re bêje bila xwe biparêzin."  Wilo keyfam hat bi vê gotina wî wilo keyfam hat hema hatim min xwe avêt bloga xwe û dest bi vê nivîsê kir.
Wele ez çûm û min ji wan re jî got helbet, êdî bila ew bifikirin, bila meydan geş bibê heyra.  (Meyzandineke qurre)

Erêêêê erê Gundîcim, ti jî bi xêr hatî nav kerwana me. Îşela reqabeta me ji êgirê cehnemê hartir bê, amîn. 

Fermo ka herin serîyekî bidin malika wî û xêr hatinekî bidinê, de ne adeda me kurda ye heyra camêrî. recebcicek.blogspot.com


 recebcicek.blogspot.com 

10 Nisan 2018 Salı

Wahdet.blogspot.com.tr kengî çima û çilo vebû?






Ev nivîs 10ê Nîsanê roja sêşemê piştî nîvro di saet 14:33an de di odeya min î mala li Mêrdînê tê nivîsîn dê kengî bê belavkirin nizanim.


Silav xwendevanên ezîz.
Ez xwediya vê bloga vale, ne virtûvala lê hema hema vale. Ev bloga ku 3 sal temenê xwe tijî kiriye lê hê 3 nivîs tenê tê de hene, yanî Wahdet.blogspot.com.tr , çima hat vekirin?

Weke ku ji we jî dibihîzim; "Heyra xwedê jê razîyê, madem te yê hîç nenivîsîbana te çima vekir ev blog?". Dibihîzim. Nebêjin. An jî win mafdar in welleh, hema bibêjin.
Çi zanim heyra ev jî weke herrrrr îşê min e. :/
Bêhenek û bêpesindan dibêjim vê hema hema heeerrrr îş ji destê min tê û dikim jî lê tiştekî hema carekî çêdikim, diceribênim û careke dî berê xwe nadim wî tiştî, mixabin. :(
Weeee'ew! Ev îro nivîsamin çiqas bedbîn û xembar e gidî. Helbkî min halo texmîn nekiribû.
Erê, me go çi? Çima û çilo ji kengî ve ev blog.
Wele çîroka bloga min di hişê min de jî şîlo ye hinekî, bawerim sedem û armanceke teqez tine bû ji ber vê yekê ye ev şîlobûn. Ji ber vê jî dê çîrokeke çilo derkevê ez jî nizanim, ka em meyzênin.

Min di zarokatiya xwe de tim di fîlman de didît ku zarokên xelkê biçûk-gênc tev xwedî blog bûn û ji wan filman  û vir de tim ez dihesidîm bloggeran. Min tim di dilê xwe de digo; Divê teqez ez jî rojekî blogekî vekim û binivîsim heyra! Çi yî min kêm e!? Erê, belkî ji min newê bibim Mark Zukerbergek (îşela min rast nivîsîbê) nebim xwedîya malperekî lê  çima nebim bloggerek? Bloga min, rûpela min, nivîsa min! Axirî weke min go tim hebû yanî di dil de.
Hettttaaa ku rojekî (dawîya sala 2015an) min bloggerekî kurd ji nêz ve nas kir halo bû rewş. Erê erê Omer Faruq Baran ku xwediyê Perxudres.blogspot.com.tr yê ye. Hingî min go ku vekim dê ew blog bi zimanê kurdî bê.
Piştî çend mihebbet û şêwira min biryar dabû êdî, min ê ew bloga bi kurdî vekiribana.
Erê, xweş û baş e lê nav, naverok û û û û dê ev çi bûbana ji wan? Rojekî di nav van fikaran de dîsa min go; de Wahdet bes e lê! De veke. Bi navê xwe veke û hema tiştekî jî jê neke, helbet ku rojekî te 'emel pê anî tê tiştên mayîn hal bikê û min li dilê xwe hesand û vekir wele.
Sal 2016 min vekir, û ne min nav guherî ne jî konseptek çêkir bo xweşkoka xwe 😅 hema çawalêhato dinivîsim.
Nivîsa min î yekem lêkolînek bû û heta 1-2  salan bi tenê ma ev reben di blogê de. De min qasika dî go ji we re jixwe her îşê min halo ye, carekî dikim dilê xwe rihet dikim û jê diqerihim. Bêîstiqrar im yabo, çi bikim ma vir e?
De dîsa îsal min 2-3 nivîsên din jî lê zêde kirin, aha ev jî yeke dî. Bawer bikin ev jî bi xaza Perxudres.blogspot.com.tr ye, ev jî nivîsa telîfê ye. ;) 3-4 meh in dibêjim ez ê binivîsim binivîsim û tim taloq dikim. Êdî min nivîsî. Kî bana ji pêla min ve di van 3 salan de firîbû heta marsê niha. De ez nefirîm win bifirin. Axirî çîroka bloga min û nivîsa min î dawî jî bi vî şiklî ye.
De xwendevanên şîrînok û ezîz min zêde dirêj kir, min niyet e ku kêm caran jî be binivîsim û tim li vir bim.
Bimênin di xêr û xweşîyê de.
Li gel silav û gulavan.

Ha! berî ji bîr bikim, win jî zanin bloggerên me yî comerd bi riya pişkê diyarî didan xwendevanên xwe,  belkî di demeke nêz de ez jî pişka bikşênim. Li bende bin. ;)


20 Mart 2018 Salı

Newroza 2018an.



Silav û gulav ji we re xwendevan û şopînerên hêja. 
Newroza te, a te, a te û ya we û ya min pîroz bê.
Newroza Kurdan pîroz bê. 
21ê Adarê bihar e, 21ê Adarê hêvî ye, 21ê Adarê şahî ye, 21ê Adarê cejn e ji bo Kurdan. 21ê Adarê azadbûn û xilasbûna Kurda ye. Heqeten nizanim çiqas mohlet maye ji bo hatina rojên me yên xweş lê bawer dikim ku helbet wê rojekî bên. Bi hêvîya rojên xweş, bi hêvîya azadbûnê, vê şevê, tam jî vê gavê (01:43) dinivîsim.
Nizanim, jixwe win zanin, zêde nivîsan nanivîsim ji bo bloga xwe. A rast di jiyana xwe de ji bo ti tiştî zêde nanivîsim (ji bo nivîsê sefetê min tine ye, ma bi darê zorê ye heyra) lê min xwest ji bo vê roja pîroz hema çend gotin jî bin binivîsim û min rûpela blogê vekir. ;)
Û straneke hêja diyarî dikim ji we re, ji dengekî pîroz ji bo roja pîroz.



Û dubare pîroz be cejna me.


 https://youtu.be/M5DwPhMizmI 

Tişta Ji Pirtûkekê Xweştir Pirtûkeke Belaş e. :)

Li vê derê, li Krakowê, dem gelekî zû derbas dibe. Hîn dibêm me dest bi mehekê kir hew dimeyzênim ew meh xilas bûye. Dem bûye wek ava Dîcle ...