10 Nisan 2018 Salı

Wahdet.blogspot.com.tr kengî çima û çilo vebû?






Ev nivîs 10ê Nîsanê roja sêşemê piştî nîvro di saet 14:33an de di odeya min î mala li Mêrdînê tê nivîsîn dê kengî bê belavkirin nizanim.


Silav xwendevanên ezîz.
Ez xwediya vê bloga vale, ne virtûvala lê hema hema vale. Ev bloga ku 3 sal temenê xwe tijî kiriye lê hê 3 nivîs tenê tê de hene, yanî Wahdet.blogspot.com.tr , çima hat vekirin?

Weke ku ji we jî dibihîzim; "Heyra xwedê jê razîyê, madem te yê hîç nenivîsîbana te çima vekir ev blog?". Dibihîzim. Nebêjin. An jî win mafdar in welleh, hema bibêjin.
Çi zanim heyra ev jî weke herrrrr îşê min e. :/
Bêhenek û bêpesindan dibêjim vê hema hema heeerrrr îş ji destê min tê û dikim jî lê tiştekî hema carekî çêdikim, diceribênim û careke dî berê xwe nadim wî tiştî, mixabin. :(
Weeee'ew! Ev îro nivîsamin çiqas bedbîn û xembar e gidî. Helbkî min halo texmîn nekiribû.
Erê, me go çi? Çima û çilo ji kengî ve ev blog.
Wele çîroka bloga min di hişê min de jî şîlo ye hinekî, bawerim sedem û armanceke teqez tine bû ji ber vê yekê ye ev şîlobûn. Ji ber vê jî dê çîrokeke çilo derkevê ez jî nizanim, ka em meyzênin.

Min di zarokatiya xwe de tim di fîlman de didît ku zarokên xelkê biçûk-gênc tev xwedî blog bûn û ji wan filman  û vir de tim ez dihesidîm bloggeran. Min tim di dilê xwe de digo; Divê teqez ez jî rojekî blogekî vekim û binivîsim heyra! Çi yî min kêm e!? Erê, belkî ji min newê bibim Mark Zukerbergek (îşela min rast nivîsîbê) nebim xwedîya malperekî lê  çima nebim bloggerek? Bloga min, rûpela min, nivîsa min! Axirî weke min go tim hebû yanî di dil de.
Hettttaaa ku rojekî (dawîya sala 2015an) min bloggerekî kurd ji nêz ve nas kir halo bû rewş. Erê erê Omer Faruq Baran ku xwediyê Perxudres.blogspot.com.tr yê ye. Hingî min go ku vekim dê ew blog bi zimanê kurdî bê.
Piştî çend mihebbet û şêwira min biryar dabû êdî, min ê ew bloga bi kurdî vekiribana.
Erê, xweş û baş e lê nav, naverok û û û û dê ev çi bûbana ji wan? Rojekî di nav van fikaran de dîsa min go; de Wahdet bes e lê! De veke. Bi navê xwe veke û hema tiştekî jî jê neke, helbet ku rojekî te 'emel pê anî tê tiştên mayîn hal bikê û min li dilê xwe hesand û vekir wele.
Sal 2016 min vekir, û ne min nav guherî ne jî konseptek çêkir bo xweşkoka xwe 😅 hema çawalêhato dinivîsim.
Nivîsa min î yekem lêkolînek bû û heta 1-2  salan bi tenê ma ev reben di blogê de. De min qasika dî go ji we re jixwe her îşê min halo ye, carekî dikim dilê xwe rihet dikim û jê diqerihim. Bêîstiqrar im yabo, çi bikim ma vir e?
De dîsa îsal min 2-3 nivîsên din jî lê zêde kirin, aha ev jî yeke dî. Bawer bikin ev jî bi xaza Perxudres.blogspot.com.tr ye, ev jî nivîsa telîfê ye. ;) 3-4 meh in dibêjim ez ê binivîsim binivîsim û tim taloq dikim. Êdî min nivîsî. Kî bana ji pêla min ve di van 3 salan de firîbû heta marsê niha. De ez nefirîm win bifirin. Axirî çîroka bloga min û nivîsa min î dawî jî bi vî şiklî ye.
De xwendevanên şîrînok û ezîz min zêde dirêj kir, min niyet e ku kêm caran jî be binivîsim û tim li vir bim.
Bimênin di xêr û xweşîyê de.
Li gel silav û gulavan.

Ha! berî ji bîr bikim, win jî zanin bloggerên me yî comerd bi riya pişkê diyarî didan xwendevanên xwe,  belkî di demeke nêz de ez jî pişka bikşênim. Li bende bin. ;)


8 yorum:

  1. Hêvî dikim ribê enerjîya xwe ya ser Instsgramê bidî ser blogê û ji gerê heta xêzkirinê, ji xwendinê heta nexwendinê, tevî stalk û storyan behsa gelek tiştên din bikî.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ez jî di wê hêvîyê de me. Lê îşev piştî storya te yî înstagramê ez fikirîm û min go; na yaaaawww, ez hij înstagramê dikim, kesin nikarim bigirim ez. 😂de ka em meyzênin. Lê wê li vir çalak bim îşela.

      Sil
  2. bi xêr û bêr be em li bendê ne ku bêtir binivîsî :)

    YanıtlaSil
  3. şopînerên te zehf in tu qedrê xwe nizanî :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Welleh billeh tilleh xebera te ye lo! Ku min bi qedrê xwe zanîbana min ê tim nivîsîbana. :/

      Sil
  4. Pir xweş e. Heger tu wiha dom bikî tu yê hemû blogeran li pey xwe bihêlî, Perxudres jî û Hindik-Rindik jî ewê kilîtê li deriyê xwe xin.
    Hewcedariya blogerên kurdî bi kesên wek te hene.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Na apo na ti jî û Perxudres jî kilîtê li deriye xwe nexin û neçin lê îşela ez ê we derbas bikim. 😂 spas dikim Apo!

      Sil

Tişta Ji Pirtûkekê Xweştir Pirtûkeke Belaş e. :)

Li vê derê, li Krakowê, dem gelekî zû derbas dibe. Hîn dibêm me dest bi mehekê kir hew dimeyzênim ew meh xilas bûye. Dem bûye wek ava Dîcle ...