14 Kasım 2017 Salı

Min jiyana xwe anî heta vê derê

Van rojan di devê her kesî de gotinek; "min jiyana xwe anî heta vê derê." Nizanim ji kû  derket û çi mesele ye. Hema zanim ku min cara 'ewil ji Mistefa D. bihîst, min di twîteke wî de dît. Axirî çend rojan li ser hev min hew dît ku heeeerrr kesî jiyana xwe  aniye heta bi derekî.

Fikirîm. 

Gelekî. 

Min?

Min jiyana xwe aniye heta bi derekî? Kû? A niha li Mêrdînê me, dibe? Li zaningeha Mêrdînê me, lê ev? An jî aniha tam jî vê deqîqeyê (00:11) li mala xwe li odeya xwe li ser nivînên xwe me. Êdî bila ev bibê hema nebê.  :/

Çimkî jê emîn im ku min herî dawî jiyana xwe anî heta vê deqîqeyê. 

Neyse, nikarim dûvdirêj bikim siba du vîzeyên min hene û ev tam 5 saet in ji bo li wan bişuxilim hatime odeya xwe lê hê min devê pirtûkê jî nevekiriye.  Ji bo ku ez jî karibim bêjim "min jiyana xwe anî heta vê derê" divê hinekî bişuxilim. Jiyana min niha li vir e. 

Û xilas. 

Niza'm ev çi bû min nivîsî. :/ 

Tişta Ji Pirtûkekê Xweştir Pirtûkeke Belaş e. :)

Li vê derê, li Krakowê, dem gelekî zû derbas dibe. Hîn dibêm me dest bi mehekê kir hew dimeyzênim ew meh xilas bûye. Dem bûye wek ava Dîcle ...