20 Ocak 2020 Pazartesi

Tişta Ji Pirtûkekê Xweştir Pirtûkeke Belaş e. :)

Li vê derê, li Krakowê, dem gelekî zû derbas dibe. Hîn dibêm me dest bi mehekê kir hew dimeyzênim ew meh xilas bûye. Dem bûye wek ava Dîcle û Feratê û diherike, em tim li paş dimînin nikarin xwe bigihîninê.
Welhasil dem diherike û em jî carinan li xwe mikûr tên helbet, carinan em bi kêlîyekî digirin û dibên; ''Hêyyy! Ka bise bi ku ve? Ka were em bêhnekî vedin.''
Îro jî rojek ji wan rojan bû, me go bila wextê me hem ji me re be îro hem ji bo zanin û xebatên me be. Me biryara xwe wiha da û me berê xwe da pirtûkxaneyê. Pirtûkxaneya Zaningeha Jagellionianê, go pirtûkxaneyeke gelekî hêja, mezin û xweşik e.
Ji bo tu bikaribî biçî salonên xebatê divê tu pêşî enextareke dolabekî bistînî ji birêvebirîyê, çakêt û çenteyê xwe bixî wê dolabê hê biçî salonan, yanî tenê dihêlin go tu pirtûkên xwe û alavên xwe yên xebatê bi xwe re derêxî qatên jor.


Ji bo bikaribî xircik û mircikên xwe bi hêsanî derêxî jor ev sebet hene.

Vêca hê me berê xwe nedayî wir me ferq kir go 2-3 dolab li pişt me ne go ser û bin tişî pirtûk in. Cûre cûre û ziman ziman. Û ev pirtûk ne aîdî pirtûkxaneyê ne, yanî kî bixwaze dikare pirtûkan bîne deyne wir kî jî bixwaze dikare ji xwe re bibe ji wir. Ê helbet em dinyanedîtî ne yê pirtûk anînê ne, em ancax yên pirtûk birinê ne. :) aahahahaha
Û wele em pê ketin. Helbet fikra me ev; ''madem em ê ji xwe re bikin bar li van welatan bila hêja bin''. Wele piştî hinek lêgerînê min rahişt 3 pirtûk û kovarekê. Vêca pirtûk çi pirtûk in! Kovar çi kovare! Her yeka go mi dî ez kelecanî kirim.
Axirî piştî me çavê xwe têr kir me berê xwe da salona xebatê û em têra dilê xwe xebitîn jî.

Vêca hinekî behsa pirtûka bikim bê çi ne:
Kovar a National Geographicê ye, hejmar 133 ye û di sala 1968an de derketiye. Kovareke 52 salî ye, hema bêje di emrê dayîka min de ye. Ditina vê kovarê tiştekî 'ecêb keyfa min anî, lewra li mala me çend kovarên National Geographicê ên din jî wiha kevin hene. Ev jî yek ji wan e êdî.

National Geographic, Sal 1968, Hejmar 133. 

Heger behsa pirtûkan jî bikim; yek a fêrbûna ingilîzî ye û di sala 1939an de li Giravên Fîlîpîna ''cardin'' hatiye çapkirin. Birastî hema yekser min rahiştiyê bêyî go li naveroka wê baş meyzênim, ji ber emrê wê û berga wê , lê piştî go min hinekî çav lê gerand min dît go pirtûkeke gelekî xweş û xweşik e. Navê wê jî ''English Expression'' e û ji alîyê sê kesan ve hatiye amadekirin. 

English Expression, GINN AND COMPANY

Her du pirtûkên din jî min ne ji bo xwe ji bo birayê xwe yî mezin anîn. Yek di derbarê Amerîkayê de ye, min hîn baş lê nemeyzandiye lê bawerim di derbarê dîrok û çanda wê de ye. A din jî di derbarê şanoyê de ye go lestikên şanoyê yên herî baş ên di navbera salên 1923-1924an de kom kirine di pirtûkê de.

The Best Plays of 1923-1924, Burns Mantle

Little Golden America

Axirî îro rojeke bi bereket û xweş bûi me hem çavê xwe têr kir hem mêjîyê xwe. ;)
Ew ê ev behs di rojnivîka min de jî bê kirin. Bila ev bîranîna rojnivîskan ciyê xwe di blogê de jî bigire. :)
Bimînin di xweşîyê de. ;)

12 Ocak 2020 Pazar

Bila Di Rojnivîskê de Nemîne/ 4ê Mijdara 2019an

Ez dixwazim behsa bîranîneke xwe bikim. Bîranîneneke aîdî berî du mehan wan e.
Ew du-sê rojên min bûn go ez hatibûm Krakovê û ew rojên min tev bi kar û barên qeyd û meyd û adaptasyonê ve derbas bûbûn, derbas dibûn.
Welhasil roja ewil min serî li wargehê dabû û wargeha bi navê 'Pîast'ê ji min re derketibû, min ne dixwest li wê wargehê bimînim min dixwest biguherînim lê ji min re gotin heger tu dixwazî em cîyê te biguherînin divê tu ewil qeyda xwe li vir çêbikî, Heyra me dirêj nekir, me go ser ser û çavan û em çûn go qeyda min çêbikin.
Wextê mirov qeyda xwe dike îcar balgeh, lihêf, çarşef û nizamçikên te didin te û dibên de here bi cî bibe. Helbet min qet niyet nînbû go qe nebe wê şevê li wê wargehê bimînim lê dîsa jî ji bo mezelkê bibînim û wan alava dînim wir ez û hevala xwe çûn odeyê. Îcar di vê wargehê de jî her serê du sê odeyan li holeke biçûk dinêrin û banyoya wan yek e.
Welhasil me alav danîn, me niyet kir go derkevin herin û me dî keçikek hat, ti nebê ew li odeya din dima.
Êdî çîroka min ji vir dest pê dike a rast.

Wele ewil wê pirs kir, xwe şîrîn kir, ji min û hevala min pirsî;
(Helbet axaftin bi ingilîzî ye)

Keçik: Kê ji we a nû ye?
Ez: Ez. Ez a nû me.
Keçik: Aha, baş e.Hûn ji ku derê ne?
Ez û hevala min: Em ji kurdistanê ne. Lê tu?
...
(Keçikê bersiv neda)
Ez: Tu Kurdîstanê dizanî?
...
(Dîsa bersiv nehat. Min di dilê xwe de go:''Belkî cîyê Kurdîstanê nebihîstibe lê belkî Kurdan dinase, baş ez pirsa xwe biguherînim.'')
Ez: Temam. Tu Kurdan dizanî?
(Keçikê zor da xe û du gotin ji devê wê derketin.)
Keçik: Ez ji Stenbolê me.
Ez û hevala xwe: Baş e, dem baş.

Û em derketin. îcar gotin ji vir ev e: keçika tirk, keçika Stenbolvanî dil neda bersiv jî bide. Li hember Kurdbûna me  ser polê ve neçû go bêje erê wele ez Kurdan nas dikim. Jê dêvla wê ve tercîh kir go bêje ez Stenbolvanî me. Yanî ser polê wê ve neçû go bêje ''belê heyra min derdê we fêhm kir, ez zanim Kurdistan ku ye, ez zanim Kurd kî ne.'' Go: ''Ez Stenbolvanî me.''

Welhasil ez ê dirêjtir nekim, jixwe em zanin çi me'ne û çi gotin di wê hevokê de hene. Lê gelek tiştên berê dîsa wê rojê li zora min çûbûn. Gelek bir û êş nû bûn û dilê min êşandin.,

Ev jî bîranîneke wiha ji Krakova delal.
Krakov- 12.01.2020

Tişta Ji Pirtûkekê Xweştir Pirtûkeke Belaş e. :)

Li vê derê, li Krakowê, dem gelekî zû derbas dibe. Hîn dibêm me dest bi mehekê kir hew dimeyzênim ew meh xilas bûye. Dem bûye wek ava Dîcle ...